Wezareta Parstina ya Tirkî: Em ê li Idlibê nûqteyên xwe biparêzin

Hemwext gefên Erdogan, dewleta tirk ya dagirker piştgiriya leşkerî ji bo alakîriya çeteyan derbasî Sûriyê dike.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, di rojekê de dewleta tirk 250 maşîne û 430 kamyonên leşkerî derbasî herêma Idlibê kirin. Li gora çavkaniyên xwecîhî di demên dawî de bi hezaran leşker, tank derbasî Idlibê bûne.

Ji bo rewşa li Idlibê, îro şandeyek Rûsî digihêje Enqereyê

Piştî kontrolkirina Bajarokê stratejîk ê Sereqibê, Erdogan her roj gefan li Rêjîma Sûrî û Rûsî dixwe.

Wezareta Parastinê ya Tirkî diyar kir ku ew amade ne nûqteyên xwe yên çavdêriyê li Idlibê biparêzin.

Her wiha îdîya kir ku eger êrîşek li ser nûqteyên wan hat kirin ew ê bi awayekî tund bersivê bidin.

Beriya du rojan jî serokê dewleta Tirk Erdogan gef li rejîmê xwaribû û idîa kiribû ku eger rejîm heta dawiya Sibatê veneger sînorên hevpeymana Sûtçî, ew ê bi rêbaza leşkerî wê vegerînin.

Li Idlibê 12 nûqteyên çavdêriyê hene, piştî êrşîên dijwar yên li Meret Numan û bajarokê Seraqibê dewleta tirk 4 navendên leşkerî ava kir.

Bi hezaran leşker û tank derbasî Idlibê bûne

Hemwextî daxuyaniyên Erdogan ên mabûna li Sûriyê, piştgiriya leşkerî jî her derbasî Îdlibê tê kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, di rojekê de dewleta tirk 250 maşîne, 150 alavên leşkerî û hêzên komandûs û 430 kamyonên leşkerî derbasî herêma Idlibê kirin. Dewleta Tirk ya dagirker di demên dawî de binavber çek û leşker derbasî Idlibê dike.

Navenda çavdêriyê ya Mafê Mirovan diyar kir ku, Tirkiyê vê piştgiriyê bi riya dergehê “Kefer Losîn” re dişîne herêma bi navê “Kêmşer”.

Çavdêr dibînin li gorî çek û cebilxaneyên dewleta tirk li Idlibê bi cih kirine, tê texmînkirin ku bi hezar leşkerên tirkî li Idlibê hene.

Li aliyekî din Erdogan diyar kir ku ew ê li Idlibê sîstema parastinê ya ”Hîsar A” bicih bike.

Li gorî çavdêran, Li Sûriyê ev cara yekemîne Erdogan wê çekên bi vê rengî belav bike.

Şandeyek Rûsî digihêje Enqereyê

Ji bo rewşa Idlibê wezîrê derve yê dewleta Tirk Mevlut Çavuşoglu ragihadn ku wê şandeyeke Rûsî îro bigihêje Enqereye û tê payîn ku di civîna her du aliyan de wê civînek di navbera Erdogan û Putin were plankirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê: Li Girê Spî leşkerekî me hatiye kuştin

Li aliyekî din Wezareta parastinê ya Tirkiyê idîya kir ku ji ber qezayeke tirafîkê li Girê Spî leşkereke wan hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Back to top button