NY: 27 hezar çeteyên DAIŞ’î yên biyanî li Sûrî û Iraqê ne

Netewên Yekbûyî NY hişyariya ji nû ve zindîkirina DAIŞ’ê da û raghand ku 27 hezar çeteyên DAIŞ’î yên biyanî li Sûriyê û Iraqê ne.

Nûnerê Rusî yê NY û serokê boruya têkoşîna li dijî terorê Vladimir Voronkov ragihand ku 27 çeteyên DAIŞ’ê li ser xaka Sûrî û Iraqê ne.

Vladimir Voronkov destnîşan kir ku rexmî têk birin DAIŞ’ê li Sûriyê û kuştina serçete Ebû Bekir El-Bexdadî, lê hîn jî DAIŞ’ê gefê li welatan dixwe.

Nûnerê Rusî yê NY got:

“Çeteyên DAIŞ’ê hewl didin ji nû ve xwe zindî bikin û li dijî ewlehiya dewletan karê teroroê bikin.”

Divê em li hemberî xeteriya DAIŞ’ê hişiyar bin û li dijî wê bisekinin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê li gel Rêveberiya Xweser girtîne.

Back to top button