Penaberekî Iraqî li Kampa Holê hat kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampa Holê cenazeyê penaberekî Iraqî kuştî dît.

Cenaze yê penaberê Iraqî yê bi navê Mustefa Îbrahîm ê 30’î ye.

Mustefa bi rêya amûreke hişk di serî û qirikê de hatiye kuştin.

Mustefa di beşa duyemîn a taybet bi penaberên Iraqê de dima.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kampê ragihand ku Mustefa parastina sûka di nava kampê de dikir.

Li gorî agahiyan dibe ku Mistefa ji ber sedemên diziyê hatibe kuştin.

Kampa Holê ji xetertirîn kampên di cîhanê de ne, ji ber ku zêdetirî 40 hezar jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê tê de dimînin.

Berî niha bi demekê berpirsa Hêzên Ewlekariya kampa Holê Elûl Rizgar teqezkiribû ku rêjeya zêdebûna buyerên kuştinê di kampê de xeteriya malbatên çeteyan diyar dike.

Back to top button