Koçberên kampê, çandinî û firotina kelûpel sebzeyan dikin

Koçberên Kampa Waşokanî ya bajarê Hesekê, ji bo debara jiyana xwe bikin dest bi projeyên çandinî û firotina sebze û kelûpelan kirine.

Koçberên Kampa Waşokanî, ji bo debara xwe û bi armanca dabînkirina pêwîstiyên koçberan, çandinî û firotina sebze û kelûpelan dikin.

Salim El-Kurdawî yê ji navçeya Til Temirê ye diyar kir ku, sebzeyan bi erzanî difiroşe.

Salim sedema wê jî wiha vegot: “Rewşa me hemûyan hema hema yek e, lewma ez bi nirxekî kêm difiroşim.”

Her wiha koçberê bi navê Xelîl Mihemid ji bo ku debara jiyana xwe û malbata xwe bike, kelûpelan bi buhayeke kêm difiroşe.

Koçberan destnîşan kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurdî, tu sazî û rêxistin alîkariya wan nake.

Koçberan bang li rêxistinên navdewletî kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji cih û warê wan derxin û vegera wan misoger bikin.

Back to top button
Close
Close