Li gundewarên Til Temirê 3 endamên rejîmê hatin kuştin

Nûçegihanê me ragihand ku li gundê El-Tewîla yê rojavayê Til Temirê mayînek çeteyan bi dewriyek Rêjîmê ve teqiya û 3 leşkerên wan jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihand ku leşkerên navborî ji foca 123’an in û navên wan jî wiha ne.

Mensûr Eymen Ebû Elî, Ramî Etiye Salih, Bişar Xalid Selheb.

Li gorî agahiyên ji herêmê jî, hersê leşker, ji bo nexweşxaneyên Hesekê hatine rakirin.

Li Girê Spî jî, doh Dewleta Tirk êrîşî gundewarê bajarê navborî kir û di bersivê de, 6 çeteyên wan hatin kuştin.

Di heman wextê de, nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku, Tirkiyê hêzên xwe li derdora Girê Spî û Eyn Îsayê jî zêde dike.

Back to top button