GER TIRKIYE DEWLETA HIQÛQÊ BE WÊ BIRYARÊ PÊK BÎNE

Dadgerê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yê berê Riza Turmen gotina Serokomar Erdogan a der barê biryara DMME’yê ya ji bo Demîrtaş dabû nirxand.

Turmend, diyar kir ku divê dewletên endamên yekîtiyê ne li gor biryarê tev bigerin û got:

“Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê li gor biryarê tev bigere.”

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryar dabû ku divê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattî Demîrtaş bê berdan.

Lê belê piştî biryarê Serokomar Erdogan jî gotibû biryara hatiye dayîn ji bo wan ne derbasdar e.

Dadgerê DMME’yê yê berê Riza Turman ev yek nirxand.

Turmen, anî ziman ku biryara hatiye dayîn biryareke girîng e û bi bîr xist ku Tirkiye yek ji alîgirên DMME’yê û divê li gorî biryara hatiye dayîn tev bigere.

Turmen, destnîşan kir ku DMME bi vê biryara xwe tiştekî rast kiriye û got:

“Armanceke avakirina DMME’yê heye. Ew jî Parastina demokrasiyê ye. Divê li gor vê armancê biryarê bide.

Turmen, gotina Erdogan a ji bo biryara hatiye dayîn jî nirxand û got:

“Gotineke wek ‘Ev biryara me eleqedar nake’ tune ye. Peyman aşkere ye û dibêje biryar hemû dewletên endam eleqedar dike.”

Turmen, destnîşan kir ku divê Tirkiye di nav 3 mehan de tazmînata pê hatiye hikumkirin bide û ger tazmînatê nede wê faîz lê zêde bibe.

Turmen, destnîşan kir ku ger biryar pêk neyê wê ev yek bê wateya binpêkirineke din û wê çewisandinên li ser Tirkiyeyê zêdetir bibin û got:

“Ger Tirkiye dewleteke hiqûqê be divê li gor biryarê tev bigere.”

Leave a Reply

Back to top button