Dadgeha DYA: Wê parêzvanên Erdogan werin darezandin

Dagirker, li her derê dagirkere.

Dema serokomarê dewleta tirk di gulana 2017’an de serdana Washingtonê kirî, rastî bertekên kurdistanî û dostên wan hatibû.

Li ser fermana Erdogan parêzvanên wî êrîşî girseya gel kir û bi dehan kes birîndar bûbûn.

Piştî doza li parêzvanên Erdogan hate vekirin, dewleta tirk xwest ev doz were rakirin.

Lê Dadgeha DYA, biryara dewleta tirk red kir.

 

Dema dewleta tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, gelê kurd li Ewropa dest bi xwepêşandanan kiribû.

Serokomarê dewleta tirk Erdogan ku 15’ê Gulana 2017’an serdana Washingtonê kir, rastî bertekên gelê kurd û dostên wan hatibû.

Bi fermana Erdogan, parêzvanên wî êrîşî çalakgeran kir.

Parêzvanên erdogan ku bi hovane êrîşî xwepêşandêran kir, di cihanê de rastî bertekên tudn hat.

Polîsên Amerîkayê jî bi daxuyaniyekê ragihandibûn ku parêzvanên Erdogan li hemberî xwepêşandêran şidet bikar anîne.

Piştî vê yekê li dijî parêzvanên Erdogan doz hat vekirin.

Her çiqasî dewleta tirk xwest doz were rakirin jî, Dadgeha Federal a Amerîka ev daxwaza dewleta tirk red kir.

Dadgehê diyar kir ku bikaranîna hêzê ya parêzeran ne bêsînore û wiha got:

Ji ber vê yekê jî destnedana parêzeran di vê mijarê de, ne derbasdare.

Êrîşek bê maf, nakeve çarçoveya destnedanê.

Dadgehê ragihand ku parêzvanên Erdogan li dijî xwepêşandêran hêzekî tund ya fîzîkî bi kar anîne.

Polîsên DYA jî wêneyên parêzvanên Erdogan weşandibû.

Di vê linkê de dimenê kesên êrîşkirî heye… her yek ji wan jî 3 sn bide.

Dozger Colleen Kollar-Kotelly jî bi raporeke ku ji 36 rûpelan pêk tê rastiya bûyerê vegot.

Kollar-Kotelly îdiayên dewleta tirk ku xwepêşandêr metirsî li ser jiyana Erdogan çê dikir derewand.

Back to top button