QSD: 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê dewam dikin. Navneda ragihandina QSD’ê diyar kir ku ji ber êrîşan 7’ê Sibatê 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn. Li Til Temirê jî mayînekî çeteyan teqiya û 3 leşkerên rêjîmê jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê daxuyaniyek da.

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser Til Temir û Girê Spî didomînin.

QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê 7’ê Sibatê êrîşî gundên li ser rêya M4’ê kirin.

Di encama şerê rû dayî 6 çeteyên Tirkiyê hatin kuştin.

QSD’ê da zanîn ku heman rojê dagirkeran êrîşî bejahiya Til Temirê jî kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dan.

Ji ber şerê rûdayî 6 şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê şehîd bûn.

Li gundewarên Til Temirê 3 endamên rejîmê jiyana xwe ji dest da

Li aliyê din îro nûçegihanê me ragihand ku li gundê El-Tewîla yê rojavayê Til Temirê mayînek çeteyan bi dewriyek Rêjîmê ve teqiya û 3 leşkeran jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihand ku leşkerên navborî ji foca 123’an in.

Cenazeyê hersê leşkeran rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Back to top button