Rejîmê 4 herêmên din kontrol kirin û nuqteyek Tirkiyê ber dorpêçê ye

Rejîma Sûrî piştî Seraqib riya navdewletî ya M5 bi temamî kontrol kir. Ev yek jî îro piştî ku rejîmê 4 herêmên din li gundewarê Helebê bi dest xist, pêk hat. Hemwextî van pêşketinên rejîmê, dewleta Tirk dîsa gefên xwe li dijî rejîmê nû kirin û idîa kir ku nuqteyên wê yên li Idlibê dikarin parastina xwe bikin. Li aliyekî din ji bo rewşa Idlibê, şandeyeke Rûsyayê li Eqereyê ye.

Ji 24 Çileyê ve, bê navber êrîşên rejîma Sûrî bi desteka Rûsya li dijî çeteyên dewleta Tirk li herêmên bi navê ”Kêmşer” dewam dikin.

Tenê di 15 rojên borî de, rejîmê bi desteka Rûsyayê bêhtirî 136 herêm li gundewarê Idlib û Helebê bi dest xistin.

Herî dawî rejîmê li gundewarê Helebê, herêmên Om Eteb, Resim Îs, Resim Sehrîc û Cib El-Kas bi dest xistin û nuqteya dewleta Tirk a bi navê Îs nêzî dorpêçiyê bû.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku tenê çend herêm mane ku rejîm bi temamî riya navdewletî ya M5 kontrol bike.

Dewleta Tirk gefên xwe li dijî rejîmê nû kirin

Li dijî van pêşketinên reîjmê, dewleta Tirk dîsan gefên xwe nû kirin û idîa kir ku ew amade ne nûqteyên xwe yên bi navê ”çavdêriyê” li Idlibê biparêzin.

Dewleta tirk careke din îdia kir ku li dijî her êrîşeke li ser nûqteyên wan , ew ê bi awayekî tund bersivê bidin.

Hemwextî van gefan, dewleta Tirk di şandina piştgiriya leşkerî ji Îdlibê re dewam dike.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker nuqteyeke nû li baregeha Tela El-Basê ya Herêma Mestûma ya navbera Idlib û Erîhayê ava kir.

Li aliyekî din Wezareta parastinê ya Tirkiyê idîa kir ku ji ber qezayeke tirafîkê li Girê Spî leşkerekî wan hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şandeyeke Rûsyayê li Enqereyê ye

Ev bûyer û geşedan jî di wextekî de tên ku şandeyeke Rûsî ji bo rewşa li Idlibê li paytexta Tirkiyê, Enqereyê ye.

Tê gotin yek ji armanca sereke ya civîna di navbera şandeyan de, diyarkirina demekê ji bo hevdîtinek di navbera Erdogan û Pûtîn de ye.

Back to top button