Îran: Em amade ne navbera rejîm û Tirkiyê de navbeynkariyê bikin

Hemwextî çûyîna şandeya Rûsî ji Enqereyê re, Îran ragihand ku ew amade ye navbera dewleta Tirk û rejîma Sûrî de navbenkariyê bike.

Wezareta derve ya Îranê ragihand ku ew amade ye di navbera rejîma Sûrî û Tirkiyê de navbeynkariyê bike da ku nakokiyên her du aliyan çareser bike.

Daxuyaniya Îranê di wextekî de hat ku aliyên qaşo garantor li Idlibê tên ber hev û hevpeymana Sochî li ser erdê pûç dibe.

Piştî kurejîmê ber bi bajarokê Seraqib ve pêş ket, têkiliyên aliyên “Garantor” veguherî gefa navbera aliyan.

Ev yek jî bi taybet piştî ku hêzên rejîma Sûriyê ”nuqteyên çavdêrî” ên dewleta Tirkiyê kirin hedef û 6 leşkerên wê kutşin derket.

Li rex Îranê, ji bo rewşa Idlibê şandeyeke Rûs li Enqereyê ye.

Şîrovekarekî stratejîk yê Rûs ji ajansa Sputinekê re diyar kir ku di hevdîtina navborî de, dibe ku şandeya Rûs herêmeke di bin kontrola Tirkiye li Sûriyê de qebûl bike.

Back to top button