
Şandeyek ji Awustura serdana Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûrî kir û rewşa dawî ya herêm û planên dewleta Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê nîqaş kirin.
Îro endamê parlamentoya Awusturya û rayedarê komîteya darayî Michelle Raymond û Dr. Zanista siyasî ya zanîngeha Viyanayê Thomas Schmidinger serdana buroya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li bajarê Qamişlo kir.
Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve Abdulkerîm Omer û cîgirên hevserokatiyê pêşwazî li şandeyê kir.
Her du aliyan rewşa Sûriyê û bi taybet ya bakur û rojhilatê Sûriyê û guhartina demografîk û qirkirina etnîkî ya ku Tirkiyê li herêmê dike nîqaş kirin.
Her weha herdû aliyan xeteriya çeteyên DAIŞ’ê û girîngiya darizandin wan û rewşa Kampa Holê nîqaş kirin.