Şandeyek ji partiyên Bakurê Kurdistanê serdana Başûrê Kurdistanê kir

Di çarçoveya xebatên ji bo yekrêziya Kurdî, şandeya ji partiyên Bakurê Kurdistanê serdana rewşenbîrên li Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeya ji Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademîsyan re civiya.

Şande tevî Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk Bedran Ozturk, ji nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê, Partiya Însan û Azadîyê û Partiya Azadî pêk tê.

Di civînê de, Berdan Ozturk, destnîşan kir ku ger Kurd bixwazin destkeftiyên xwe biparêzin û bigihîn armancên xwe, divê bên li gel hev.

Kesên tevlî civînê bûn, di axaftinên xwe de bal kişandin ser zoriyên yekîtiya netewî û li ser çawayîna pêkanîna wê pêşniyar hatin dayîn.

Şandeya ji Bakurê Kurdistanê di çarçoveya yekrêziya Kurdî de, ev çend roj in bi aliyên li Başûrê Kuridstanê re hevdîtinan pêk tîne.

Back to top button