Çalakvanê Mafên Mirovan Ibrahîm Şêxo ragihand ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Zimanê Kurdî bi temamî li Efrînê qedexe kir.
Şêx got ku ev binpêkirineke rasterast ji çand û nasnameya herêma Efrînê ango Çiyayê Kurmênc re ye.
Ibrahîm Şêxo diyar kir ku piştî hilweşîna Rejîma Baas û hatina Hikûmeta Veguhêz, Zimanê Kurdî bi tememî li Efrînê hat qedexekirin.
Şêxo dibêje ku berî dagirkirina Efrînê Zimanê Kurdî li Efrînê yê fermî bû û piştî dagirkirinê jî Zimanê Kurdî çend saetan dihat dayîn.
Ibrahîm Şêxo destnîşan dike ku berî dagirkirinê rêjeya Kurdan li Efrînê 95% bû, lê belê bi qedexekirina Zimanê Kurdî re, êdî hewl tê dayîn nasnameya neteweyî ya Kurdî bi temamî ji holê were rakirin.



