Rêveberiya giştî ya Jîngeha Herêma Firatê dest bi çandina daran kir

Rêveberiya Giştî ya Jîngeha Herêma Firatê dest bi çandina 3 hezar û 200 darî li ser riyan kir.

Li bajarê Kobanê gelek kar û xebat derbarê jîngehê de tên kirin.

Ji van karan; çandina daran, kezaxtina darên li naverasta taxên bajêr û kolên sereke.

Hevserokê Rêveberiya Giştî yê Jîngeha Herêma Firatê Semîr Elî diyar kir ku îsal wan gelek proje danîne pêşiya xwe û got,

Em ê bi dirêjahiya 5 hezar û 200 metreyan 3 hezar û 200 darî li ser rêya Helebê biçînin.

Heta bi buroyên erebeyan ên gundê Kol-ment û rêya rojhilatê bajêr wê dewam bike.

Semîr Elî anî ziman ku ewê daran li derdora girên bajarê Kobanê biçin.

Tê payîn ku li ser asta kantona Kobanê 3 şitilgeh li herêma Sirînê û navçeyên Şêran û Qenayê yê Kobanê werin vekirin.

Back to top button