Hevdîtina Rûsya-Tirkiyê bê encam qediya..rêjîm nêzî M5 dibe

Hevdîtina Rûsya û Tirkiyê ya ji bo Idlibê bê encam bi dawî bû û lihevkirin pêk nehat.

Piştî 3 saetên ji danûstandinên li Enqere, wezareta karê derve ya Tirkiyê ragihand ku, ” wê danûstandinê hefteya bê berdewam bike”

Ev hevdîtin di çaxekê de hat ku, Rêjîma Sûrî herêmên “Îkard” û “El-Eys” ên stratejîk bi dest xistin û nuqteyek din a Tirkiyê dorpêç kir.

Niha jî qadeke biçûk navbera wê û bidestxistina tevahiya riya M5 maye.

Hemwextî wê jî, Tirkiyê bi qasî 625 maşîneyên piştgiriyê derbasî axa Sûriyê kirin.

Back to top button