YNK sîstema hevseokatiyê nîqaş dike

Ji bo rêveberiya welat sîstema hevserokatiyê bandoreke xwe ya erênî li ser civakê dike. Ev sîstema ku cara despêkê ji aliyê Rêber Ocalan ve li kurdistanê hate vegotin û weke alternatîfa herî baş ya rêveberiyê hate diyarkirin niha li nava rêxistinên başûrê kurdistanê jî belav dibe. Yekîtiya Nîştîmanî Kurdistan YNK’ê jî ragihand ku ji bo rêveberiya Yekîtiyê ew li ser sîstema hevserokatiyê nîqaş dikin.

Li rojhilata navîn Rêber Ocalan ku sedemê krîza heyî bi lez tehlîl kir weke alternatîf sîstema hevserokatiyê derxist pêş.

Ev fikra ku li rojhilata navîn nû bû, cara yekemîn bi Koma Civakên Kurdistanê KCK’ê re ket meryetê.

Piştre jî ev sîstem li nava şêwazên rêveberiya partiyên bakurê kurdistanê hate meşandin.

û heta îro jî di vê çarçoveyê de xebat têne meşandin.

Bi şoreşa rojavayê kurdistanê re ev sîstem li Rojava re jî ket meryetê.

Sala 2013-2014 sîstema hevserokatî li ser giştî sazî û komînên herêmên hatine rizgarin û rêveberiya xweser bi rêve dibe, het meşandin.

Hêjayî gotinê ye ku rêjeya beşdariya jinê di nava vê sîstema hevserokatiyê de 50% ye.

Di heman demê de pirrengiya pêkhateyan berçav digire.

Êdî li başûrê kurdistanê jî ev sîstem ji bo partî û rêxistinan tê nîqaşkirin.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/cavres-ynk-derbase-sistema-hevserokati-dibe-38473

Duh Meclisa Partiya Yekitiya Nîştimanî Kurdistan YNK’ê li Silêmaniyê civiya.

Piştî civînê, Endamê Meclisa YNK’ê Mistefa Çavreş, têkildarî naveroka civînê ji çapemeniyê re axivî.

Mistefa Çavreş diyar kir ku, Meclisa YNK’ê ji bo rêvebirina YNK’ê li ser sîstema hevserokatiyê nîqaş kir.

Çavreş ragihand ku wê ji niha û pêve Meclisa YNK’ê li gorî sîstema hevserokatiyê xwe bi rêve bibe.

Her wiha di civîna çapemeniyê de hat diyarkirin ku, ji bo hevserokên YNK’ê navê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî hat pişniyar kirin.

Lê balkêşe ku sîstema hevserokatiyê li ser bingehê parastina zayendî hatiye avakirin.

Di peyamên ku ji aliyê rêveberên YNK’ê derdikevin de tê xuyakirin ku ev sîstem ji zayendî zêdetir, li ser parvekirina deshilatdariyê hatiye hilbijartin.

Back to top button