Lîbya..Herdu aliyan, li ser rêzgirtina agirbestê teqez kir

Gera yekem a danûstandinên Lîb- Lîbî yên li Cinêvê tên li darxistin, bi teqeziya li ser agirbestê bi dawî bû.

Şandeya Navnetewî ya ji bo Lîbyayê ragihand ku gera yekemîn a rûniştinên Komîteya Leşkerî ya Hevbeş bi dawî bû û wê di 18’ê vê mehê de careke din bicive.

Li gorî şandeyê NY, herdu aliyan, li ser rêzgirtina agirbest û serweriya Lîbyayê teqez kirine.

Lê Sekreterê Giştî yê NY, António Guterres dîsa hişyarî da û got:

Eger hîna dewlet çekan ji van aliyan re bişînin, wê ti çareserî ji bo Lîbyayê pêk neyê.

BALYOZXANEYA AMERÎKÎ LI LÎBYAYÊ:
METIRSIYA BERDEWAMKIRINA ŞER HEYE, DIVÊ CINÊV ÇAREYEKÊ BIBÎNE

Ji aliyê xwe ve, balyozxaneya Amerîkî ya li Lîbyayê, metirsiya xwe ji berdewamkirina şer anî ziman û got:

Li gorî raporên ji me re hatine, wê herdu alî dîsa dest bi şer bikin..ev yek wê encamên xerab bi xwe bîne.

Ji lew re, em bang li hemû aliyan dikin ku piştevaniya xwe ji bo danûstanên li Cinêvê duqat bikin û agirbesteke mayîde pêk bînin.

Back to top button