Tayland..27 kes hatin kuştin, bêhtirî 60 kes jî birîndar bûn

Li tayland, kesekî êrîşî navendeke bazirganiyê kir, 27 kes hatin kuştin û bêhtirî 60 kes jî birîndar bûn

Li ناخون راتشاسيما ya bakur rojhilatî Tayland kesekî bi bombeyan êrîşî navendeke bazirganiyê kir.

Di encama êrîşê de 27 kes hatin kuştin û bêhtirî 60 kes jî birîndar bûn .

Televizyona Taylandî ragihand ku êrîşkar piştî êrîşê wêneyê xwe li cihê buyerê girtiye.

Herî dawî polîsa Taylendî kuştina êrîşkar ragihand.

Wezareta Parastinê jî diyar kir ku sedemên pêkanîna vê êrîşê heta niha nayê zanîn.

Ev buyer; ya yekem e ku bi vî rengî li welêt di deh salên dawî de pêk hat.

Back to top button