BI ISRARA VEGERA LI EFRÎNÊ NAVÊ ‘VEGER’ LÊ HAT KIRIN

Ji ber israra şêniyên Efrînê ya ku li axa xwe vegerin û dagirkeran bi qewitînin,

navê ‘Veger’ li kampa pêncan a ku li nevçeya Şêrawayê hatiye avakirin, kir.

Ji aliyê xwe ve rêveberiya Kampê dest bi qeydkirina navên malbatan ku wê li kampê bi cih bibin, kir.

Ji bo peydakirina cihek çêtir ji şêniyan re, Şaredariya Gel bi hevkariya Desteya Rêveberiya Herêmî, kampeke nû li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawayê ya kantona Efrînê ava kir.

Piştî bi dawîkirina xebatên avakirina kampê, heta niha 40 kon hatine danîn.

Rêveberiya kampê jî aniha dest bi qeydkirina navên malbatan û pêşwazîkirina şêniyan ji gund û navçeyên kantonê kirin.

Heta niha derdora 27 malbatan navên xwe li kampê qeyd kirine.

Şêniyên Efrînê bo vegera li Efrînê û qewirandina dagirkeran bi israr in,

ji ber wê û li gorî daxwaza wan navê ‘Veger’ li kampê hat kirin.

Leave a Reply

Back to top button