Piştî Corona, 2500 virusên nû hatin vedîtin, 100 ji wan tirsnak in

Di lêkolînên der barê penceşêrê de, zannayên Amerîkî zêdeyî 2500 cureyên nû yên vûrîsan vedîtin, ku gelek ji wan vîrûsan ti agahiyên xwe li ser nînin.

Li eyaleta Maryland a DYE’yê, doktor Chrîs Bûck tevî tîma xwe ji bo Enstîtuya Kanserê ya Neteweyî lêkolînek kir.

Pisporan, lêkolîn li ser DNA’ya mirov û heywanan kirin û dema li virusên ku dibin sedema penceşêrê digeriyan, 2500 cureyên nû yên vîrûsê vedîtin.

Ji 2 hezar 514 vîrûsên nû, 609 virus naşibin ti vîrûsên ku heta niha hatine dîtin.

Li gorî pisporan, zêdeyî 100 virusî jî, metirsiya xwe li ser mirovan heye.

Piştî vîrûsa Korona li Çînê rû da, lêkolînên li ser vîrûsan zêde bûn.

Back to top button