Li Wanê, dema qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

Li Wanê, qedexeya çalakî, kombûn û xwepêşandan ku hezar û 176 roj in dewam dike, careke din hat dirêjkirin.

Walîtiya Wanê, ji 21’ê Mijdara 2016’an ve çalakî û xwepêşandanên li bajêr qedexe kiriye.

Dema qedexeyê ku hezar û 176 roj in dewam dike, ji 8 heta 22’ê Sibatê ji bo15 rojên din hat dirêjkirin.

Walîtiyê Wanê meş, civînên li derve, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vedana kon û belavkirina belavokan qedexe kir.

Li 30 kesên ku qeyûm qebûl nekiribûn, doz hat vekirin

Tevî rewşa Awarte, zextên li ser gel wekî din jî dewam dikin.

Derbarê 30 kesên ku dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re şermezar kiribûn, doz li wan hat vekirin.

Dozgeriyê diyar kir ku, van kesan wê ji sal û 6 mehan heta 3 salan ceza li wan were birîn.

Danişîna ewil a dozê wê di 15’ê Nîsanê de bê lidarxistin.

Back to top button