Netanyahu nexşeya welat diguherîne, Filistîn jî qebûl nake

Piştî Netanyahu ragihand ew ê dest bi xêzkirina nexşeya xwe ya nû bikin, bersiv ji desthilata Filistînê hat ku wê welatê wan weke xwe bimîne û nexşeya wê nayê guhertin.

Berdevkê serokatiya Filistînê Nebîl Ebû Rodeyîne، ragihand ku “nexşeya Filistînê wê li gorî biryarên NY bimîne û got:

Ev nexşe, bi tenê ewlehî, aştî û aramiyê li herêm û giştî cîhanê pêk tîne.

Helwesta Filistînî piştî daxuyaniya serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu hat, ku ew ê erdên li Difa Xerbî li gorî plana Amerîkî ya bi navê Peymana Sedsalê, tevlî Îsraîlê bike.

Ev peyman, ji bo cudakirina herdu welatan ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve hat pêşkêşkirin.

Tê payîn hefteya bê, Filistîn vê peymanê li Konseya Ewlekariyê nîqaş bike.

Duh jî di dawiya konferansa 30yî ya Yekîtiya Parlamenên Ereb ya li Omanê de, teqezî li ser piştevaniya doza Filistînî û redkirina Peymana Sedsalê kir.

Back to top button