JAMES MATTÎS EM Ê NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ LI SER SÎNORÊN BAKURÊ SÛRÎ BELAV BIKIN

Emerîkayê ragihand ku ew ê li ser sînorên bakur Sûrî û dewleta Tirk nuqteyên çavdêriyê ava bikin.

Duh Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê James Mattis têkildarî mijarê li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bê bingeh in û bandorê li ser şerê li dijî DAIŞ’ê dike û got;

“Em naxwazin şervanên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, ji herêmê vekişin.”

Dewleta Tirk bi hinceta ‘Parastina Ewlehiya Netewî’ êrîşên sivîlên li herêmên bi ewle yên bakurê Sûrî dike.

Duh Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê James Mattis têkildarî mijarê li Pentagonê ji rojnamevanan re axivî.

James Mattis diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk bê bingeh in û bandorê li ser şerê li dijî DAIŞ’ê dike û got:

“Em naxwazin şervanên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê şer dikin, ji herêmê vekişin.”

Mattîs destnîşan kir ku li ser nuqteyên çavdêriyê ew bi Wezareta Karên Derve û artêşa Tirk re hevdîtinan dikin û wiha dewam kir:

“Li hindek cihan li ser sînorên Bakurê Sûriyê em ê nuqteyên avdêriyê belav bikin.

Nuqte wê li aliyê Rojavayê sînor bin û li cihekî vekirî bin ku leşkerên Tirk karibin wan bibînin

Armanc ji vê yekê rêgirtina şerê navbera Hêzên Sûriyê Demokratîk û hêzên Tirkiyê ye.”

Dewleta Tirk 20’ê çileyê dest bi êrîşa dagirkirina Efrînê kir û vê hişt ku operasyonên QSD’ê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bên rawestandin.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser gundên Girê Spî û Kobanê QSD’ê neçar man ku ji bo demekê pêngava bagera cizîrê rawestînin..

Leave a Reply

Back to top button