El-Sîsî: Li dijî terorê, divê hêzeke Afrîkî were avakirin

Ji ber şer û tundiya li Lîbyayê pêla koçberan ber bi Ewropayê ve 2 qat zêde bûye. Li dijî teror li dewletên Afrîkayê, Misir banga avakririna hêzeke Afrîkî kir.

KOMESERIYA BILIND YA KARÛBARÊN KOÇBERAN: PÊLA KOÇBERÊN LÎBYAYÊ, DU QATÎ SALA BORÎ YE

Komeseriya Bilind ya Karûbarên koçberan ya girêdayî Netewyên Yekbûyî, teqez kir ku di sala 2020’an de herî kêm hezar û 40 koçber hatin binçavkirin û ber bi Lîbyayê ve hatin vegerandin.

Komeseriya Bilind ya Karûbarên koçberan ragihand ku ev pêla koçberên nerawa a îsal ku ji Lîbyayê, du qatî sala borî ye.

Pêla koçberan ya zêde jî ji sedama şerê domdar ya navbera Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê û çekdarên hikûmeta Wîfaqê ku piştgirya xwe ji dewleta Tirk dibe.

Komeseriya koçberan ya navnetewî heftiya borî ragihandibû ku ber rewşa şer, ew hemû karên xwe li paytexta Lîbyayê Terablusê rawestandiye.

REWŞA AFRÎKAYÊ
EL-SÎSÎ: LI DIJÎ TERORÊ, DIVÊ HÊZEKE AFRÎKÎ WERE AVAKIRIN

Li aliyeke din jî, di rûniştina destpêkê ya Lûtkeya Yekîtiya Afrîkayê ku li paytexta Etyopya, Addîs Ababayê pêk hat, serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî li ser rewşa Afrîkayê axivî.

Ebudlfetah El-Sîsî destnîşan kir ku di sala çûyî de şer û zêdebûna metirsiyên teroro û tundrawtiyê tişta herî bi pêş bû.

El-Sîsî bang li dewletên Afrîkayî kir ku lûtkeyeke Afrîkî pêk were ji bo tê de avakirina hêzeke Afrîkî ji bo şerê li dijî terorê were nîqaşkirin.

El-Sîsî amadebûna Misirê ji bo lidarxistina vê lûtkeyê û serpereştiya wê nîşan da.

IDÎAKRIINA TIRKIYÊ KU HÊZA HERÎ XURT LI HERÊMÊ YE
DANEYÊN GLOBAL FIREPOWER INDEX IDÎAYÊN TIRKIYÊ VALA DERDIXÎNE

Her wiha idîayên Tirkiyê ku ew hêza herî xurt e li herêmê ku dikare heya ber bi Lîbyayê ve destdirêjiyê bike, tên derwxistin.

Li gorî daneyên Global Firepower Index îdîayên dewleta Tirkiyê vala derdixîne.

Dewleta Tirk ji ber hêza xwe a leşkerî Sûrî, Başûr û Rojava dagir kiriye.

Niha jî çavê xwe berdaye Lîbyayê.

Lê ji bîr kiriye ku Misir a welatê cîranê Lîbyayê li herêma Rojhilaya Navî û Afrîqa xwedî artêşa herî bihêz e û li ser asta cîhanê hêza nehemîn e.

Ji xwe ji ber destwerdana dewleta Tirk li welatên Ereb, Misir di her fersendê de nerazîbûna xwe nîşan dide.

Di mijara Lîbya de jî ev yek bi awayekî herî zelal derket pêş.

Back to top button