Di operasyona li dijî DAIŞ’ê de Pêşmergeyek birîndar bû

Li Herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê, îro li dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek hat destpêkirin. Di dema operasyonê de mayînek bi erebeyek pêşmergeyan ve teqiya û pêşmergeyek birîndar bû.

Operasyonê danê sibehê ji aliyê hêzên peşmergeyan ve li bajarokê Zinane hat destpêkirin.

Di dema operasyonê de di navbera gundê Belewe û Qurî Çay mayînek ku berê hatibû çandin, bi erebeya pêşmergeyan ve teqiya.

Di encamê de pêşmergeyê bi navê Kawe Hisên ku xelkê Kerkûkê ye, birîndar bû.

Pêşmergeyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Di dema dawî de liv û tevgera çeteyên DAIŞ li herêmên nakok yên di navbera sînorê başûrê kurdistna û Iraq zêde bûye.

Back to top button