Li Iraqê bi hezaran xwendekar li dijî Elawî daketin qadan

Li Iraqê xwepêşandanên gel ên li dijî gendeliyê û erkdarkirina Elawî didomin. Îro careke din xwendekaran bi xwepêşandanên xwe destek dan daxwazên xwepêşandêrên ku bi mehane, li qadan in.

Xwendekar îro li Bexda, Zîqar, Dîwaniye, Besra, Kerbela û Necefê daketin qadan.

Xwendekaran tûndiya li dijî xwepêşandêrên aştiyane, şermezar kirin.

Li Necefê xwepêşandêran li dijî El-Sedir hêrsa xwe nîşan dan û ew bi xwîna xwepêşandêrên Iraqê tewanbar kirin.

Li aliyekî din komîteya ewlehî û parastinê ragihand ku wan ji bo lêpirsîna di mijara tûndiya li dijî xwepêşandêran de, komîteyek ava kirine.

Parlementer Katih El-Rikabî  diyar kir ku hemû lêpirsîn bi dawî bûne û tenê ya Zîqar maye.

Parlementer da zaîn ku dê encam di nava du hefteyan de yan jî piştî avakirina hikûmeta nû, bi raya giştî re werin parvekirin.

Back to top button