Ambargoya li ser wargeha Mexmûrê Tevgera Azadî daxwaza rakirina ambargoyê kir

Ambargoya PDK’ê ya li ser wargeha Mexmûr êdî 207 roj li pey xwe hişt. Tevgera Azadî daxwaza rakirina ambargoyê kir û diyar kir ku bêdengiya partiyên Başûr a li hember ambargoyê, cihê gumanê ye.

Ambargoya hêzên PDK’ê ya li ser wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 207 roj in didome.

Li gel ambargoyê gelek caran balafirên artêşa Tirk a dagirker jî wargehê bombebaran dikin û çeteyên DAIŞ’ê jî êrîş diki n.

Tevgera Azadî li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Tevgera Azadî bi pirsa ‘Ji bo çi bombebarana balafirên dewleta Tirk, ambargoya PDK’ê û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê?, dest bi daxuyaniya xwe kir.

Tevgera Azadî balkişand ser pêvajoya penaberbûna xelkê Mexmûrê û da zanîn ku 28 sale ji ber helwesta şoreşgerî bi hezaran xelkê Bakurê Kurdistanê berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.

Tevgera Azadî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser wargehê bibîrxist û got,

Bi berxwedana gelê herêmê wargeh ji çeteyan hat paqijkirin.

Niha tevî ku çeteyên DAIŞ ber bi dawiyê ve diçin, lê ya cihê pirsyarê ye, tevî hebûna hêzên Iraq, pêşmergeyên PDK’ê, li herêmê nêzî wargehê, çeteyên DAIŞ’ê li nêzî wargehê tên dîtin û parastin.

Di dauxyaniyê de hat diyarkirin ku ambargoyê bandorek neyinî li ser tendirustiya wargehê kiriye û li hemberî dorpêç û êrîşan, Neteweyên Yekbuyî û civaka navnetewî bêdeng in.

Tevgera Azadî banga rakirina ambargoya li ser wargehê kir û daxwaz ji partiyên Başûrê Kurdistanê kir ku êdî bêdeng nemînin.

Back to top button