Heleb..Kongreya odeya Bijîşkan hat lidarxsitn

Meclisa Tenduristiyê ya Helebê kongreyeke berfireh ji bo bijîşkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê lidar xist.

Bi dirûşmeya “Ber bi civakeke saxlemtir ve” Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi koordîneya Meclisa Tenduristiyê kongreya Odeya Bijîşkan li dar xist.

Bi dehan bijîşkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di kongreyê de amade bûn.

Di kongreyê de rêvebera TEV-DEM’ê Sûad Hesen axivî û got:

“Ji destpêka şerê li taxa Şêxmeqsûdê bijîşakên ku man bê dudilî roleke mezin di rizgarkirina birîndaran de lîstin.”

Piştre rêziknameya Odeya Bişîjkan ji aliyê Dr. Ezîz Henan ve hate xwendin û beşdaran li ser rêziknameyê nîqaş kirin.

Di dawiyê de Dr. Ezîz Henan wekî serokê Meclisa Odeya Bijîşkan hate hilbijartin.

Her wiha endamên meclisê jî hatin hilbijartin.

Back to top button