Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso biryara ENKS’ê ya vekirina buroyên xwe pîroz kir û anî ziman ku çareseriya tenake ya aloziya Sûriyê sîstemeke demokratîk e.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di civînekê de geşedanên dawî ji şêniyên bajarê Hesekê re nirxand.
Civîn li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Di civînê de Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Xerîb Hiso biryara ENKS’ê ya vekirina buroyên xwe pîroz kir û anî ziman ku çareseriya tenake ya ji aloziya Sûriyê sîstemeke demokratîk e.
Hiso eşkere kir ku gelê Kurd ji bo yekitiya kurdî dixebite û destnîşan kir ku gelek hevdîtin di navbera partiyên kurdî de çêbûn ku encamên wan erênî û berhemdar bûn.