Komxebata MSD’ê ya Brukselê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

Komxebata Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Brukselê bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di çarçoveya xebatên lidarxistina Kongreya Niştîmanî ya Opzisyona Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk MSD komxebata 6. a diyalogan li paytexta Belcîka, Biruksilê li dar xist.

MSD’ê di komxebata Brukselê de komîteya amadekar ji 10 endaman hilbijart, erka komîteyê amadekariyên lidarxistina Kongreya Opozîsyona Demokratîk bike.

Komxebat bi daxuyaniyekê bi dawî kir.

Di daxuyaniyê de li ser yekrêziya aliyên opizsyona demokratîk li Sûriyê hat tekez kirin û wiha hat gotim:

Ji bo nûnertiyek siyasî ji tevahiya hêzên demokratîk re divê Komîteya Amadekar nûnertiya hemû kes û komên demokrat bike da ku hemûyan ji hev nêz bike û nêrînek hevpar ava bike.

Di daxuyaniyê de banga avakirina hêzekê ku di çareserkirina siyasî ya pirsgirêka aloziya Sûriyê de bixebite û li hemberî tundrawiyê û bêdengiyê bisekine hat kirin.

Beşdaran lihev kirin ku pêwîst Komîteya Amadekar koordînasyonekê ji xwe re hilbijêre da ku rêzikname û makenîzmeyên meşandina kar deyne.

Di komxebatê de 10 endam ji bo Komîteya Amadekar li gorî piraniya dengan hatin hilbijratin.

Back to top button