Tirkiyê çeteyên xwe ji bo êrîşekê li dijî rêjîmê, amade dike”

Dewleta Tirk çeteyên xwe ji bo êrîşeke berfireh li dijî Rêjîma Sûrî amade dike û karwanekî din ê piştgiriyê şand Idlibê.

Li gorî çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan, 100 maşîneyên din ên Tirkî derbasî derdora bajarê Idilibê bûn û berê xwe da devera “Til Qimînas” a başûr Rojhilatê Idlibê, ku li wir Tirkiyê navendeke din ava dike.

Ji 2 Sibatê ve bi qasî 1450 maşîne û 6 hezar leşkerên Tirk derbasî axa Sûrî bûne..

2km navbera rêjîm û rêya M5 de mane”

Lê di heman wextê de, Rêjîma Sûrî nêzî bidestxistina Riya M5 dibe û 2 KM wan ji hev qut dikin.

Berî niha Artêşa Sûrî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku, wan herêmeke 600 KM² ji çeteyan bi dest xistiye.

Back to top button