Tevî bendên sepandî jî, xelkê Çînê hin bi hin vedigerin kar û jimara qurbanên coronayê gihaşt 908an.
Îro desthilatên Çînê ragihand ku di nava 24 saetên borî de 97 kesan jiyan xwe ji dest da û jimara kesên pêketî jî bilind bû 40 hezar û 171 kesî.
Piştî hikumeta Çînê hinek bendên li ser kar sepandî sivik kirin, îro karker û karmendan dest bi karê xwe kirin û hin bi hin tevger vedigere.
Ji bo rêlibergirtina coronayê, her dawî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî diyar kir ew ê tîmeke tenduristî bişîne Çînê.