Li Misirê êrîşek pêk hat 2 efserên Misirî û 10 çekdar hatin kuştin

Li Bakurê Sîna ya Misrê, duh di encama êrîşeke terorîst de, 2 efserên Misrî û 10 çekdar hatin kuştin

Hat ragihandin ku duh li herêma El Core li bakurê Sîna êrîşek pêk hat.

Berdevkê Hêzên Misrî ragihand ku hêzên wan ev êrîşa li ser navendeke ewlehiyê li bakurê Sîna têk birin.

Berdevk anî ziman ku hêzên wan bersiva êrîşê da û di encamê de şer derket .

Di encam de 10 çekdar hatin kuştin û erebeyek leşkerî jî hat teqandin.

Berdevkê Hêzên Misrî eşkere kir ku du efserên wan jî di encama brsivdayînê de hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn .

Back to top button