Asayîşa Şedadê, komeke diz û bazirganên çekan girt

Duh Hêzên Ewlekariya Hundir a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, komek ji kesên ku diziya malan û bazirganiya çekan dikir girtin.

Saziya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya girêdayî hêzên Ewlekariya Hundir a bajarokê Şedadê têkildarî mijarê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

9`ê Sibatê hêzên me komek ji kesên ku diziya mal û milkên şêniyan dikirin hatin girtin.

Endamê Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî diyar kir ku di dema lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hatin û dateyên diziyan alavên kehrebeyê ji malên şêniyan eşkere kir.

Endamê Têkoşîna li dijî Sûcên birêxistinkirî ragihand ku di sergirtina malên sucdaran de miqdarek ji çek û alavên hatine dizîn, ket destê wan.

Saziya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî diyar kir ku sûcdar ji komîteya dozgeriyê re hatin veguhestin da ku li gorî qanûnê ceza li wan were birîn.

Back to top button