Li seranserî Rojhilata Navîn bahoza berfê rabûye

Li gelek herêmên Rojhilata Navîn li deverên çiyayî berf bariya pê re jî li deverên din baranek xurt bariya .

Navenda avhewayê diyar kir ku herêma Rojhilat bi taviya Kerîm bandor bûye.

Bi wê re jî pileya germbûnê kêm bûye û baran û berf jî dibare.

Gelek herêmên Rojhilata Navîn bi pêleke bayê ya xurt re rû bi rû ne ew jî dibe sedem ku pileya germbûnê weke pileya her sal bi 9 derece kêm bûye.

Hewaya sar û seqem li van herêman xistiye pê re jî baran dibare bi taybet li herêmên Navîn û Başûr yên rojhilata Navîn .

Di heman demê de bahoza Siyara li bakur rojavayî Ewropayê jî çêbû û metirsiya ziyanên wê heye.

Gelek welatan weke tedbîr gelek seferên balfiran rawestandin .

Back to top button