Artêşa Îsraîlê êrîşî Xezzayê kir

Piştî ku moşeke ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve hat avêtin, Îsraîlê jî bi balafirên şer êrîşê Xezzayê kir.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan saetên sibehê cihên Tevgera Hemasê li Xezzayê armanc kirin piştî avêtina topbekî li ser Îsraîlê.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de got:

Balafirên şer yên Îsraîlê çend deverên çeteyên bi ser Tevgera Hemasê yên li başûrî Xezzayê aramanc kirin, di nav de navendên perwerdehiyê û binesaziyên leşkerî .

Artêşê diyar kir ku ev êrîş, weke bersiv ji moşeka ji Xezzayê ber bi Îsraîlê ve , pêk hat.

Back to top button