Parlamena Iraqî: Amerîka ji 15 baregehên xwe vedikişe

Ji bilî baregeha Eyn el-Esed û ya Hewlêrê, Amerîka ji 15 baregehên xwe yên leşkerî li Iraqê vedikişe. 

Komîteya ewlehî û parastinê ya parlamena Iraqî teqez kir ku Amerîka wê li barageha Eyn el-Esed a Enbarê û li baregeha Hewlêrê ya başûrê Kurdistanê bimîne.

Li gorî komîteya ewlehî û parastinê ya Iraqî, gel û parlamen dixwazin Amerîka ji hemû baregehan vekişe.

Parlamena Iraqî: Fransa, Almanya û Awistralya jî daxwaza vekişînê kiriye

Komîteyê her wiha, anî ziman ku Fransa, Almanya û Awistralyayê jî daxwaznameyk ji bo vekişandina hêzên xwe pêşkêş kiriye.

Li gorî Komîteyê, hemû hêzên koalîsyonê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê rawestandine û ji hikumeta bê ya Iraqê tê xwestin ku dema vekişîna van hêzên diyar bike.

Piştî kuştina fermandarê Îranî Qasim Suleymanî li ser destê Amerîka li Iraqê, parlamena Iraqî meha borî biryara vekişîna hemû hêzên biyanî ji erdê xwe da.

Li aliyekî din jî, di xwepêşandanên li pêşberî Zanîngeha el-Eyn li navenda Nasiryê de, xwepêşanderekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Back to top button