Li kampa Waşokanî Kongra Star û Mala Jin navendeke xwe vekirin

Bi armanca birêxistinkirina jinan û çareseriya pirsgirêkan, Kongreya Star û Mala Jinê navenda xwe li kampa Waşokanî bi daxuyaniyekê vekirin.

Îro Kongreya Star û Mala Jinê navenda xwe li kampa Waşokanî bi daxuyaniyekê vekirin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Em wekî Kongreya Star navenda xwe li kampa Waşokanî vedikin da ku em jinan bi rêxistin bikin û perwerde bikin.

Em rê nadin dijmin roja me tarî bike.

Em bang li rêxistin û saziyên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya wicdanî rabin û dewleta tirk ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxin.

Dawiyê deriyê navendê ji aliyê Xelat Ibrahîm, xwîşka şehîd Abid Xelîl ku yekemîn şehîdê Serêkaniyê ye hat vekirin.

Back to top button