Biryar bû, îro dewriya hevbeş ya Rûsî û dagirkeriya dewleta Tirk li gundewarê Dirbêsiyê pêk bê. Lê ji ber nakokiyên di navbera aliyan de dewriye pêk nehat.
Îro dewriya hevbeş ya Rûsî – Tirkî li gundewarê Dirbêsiyê wê pêk bihata.
Lê dîsa hêzên dagirkeriya dewleta Tirk ne hatin.
Hêzên Rûsî çend saetan li gundê Şîrik ê rojavayê navçeya Dirbêsiyê li benda dewleta tirk man.
Piştî ku hêzên dagirkeriya dewleta Tirk ne hatin hêzên Rûsî dîsa vegeriyan Qamişlo.
Ev cara duyemîne ku hêzên dewleta Tirk a dagirker tevlî dewriya hevbeş nabin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, bi gurbûna şerê li Idlibê re di navbera Rûsya û dewleta tirk de nakokî derketine.
Piştî van êrîşan jî dewleta tirk tevlî dewriyê nabin.