Rewşenbîrên Efrînê: Komployê berxwedana gelan a ji bo azadiyê kir armanc

Yekitiya Rewşenbîrên Efrînê diyar kir ku armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, hedefgirtina hemû gelên ji bo aştî û azadiyê li ber xwe didin, bû.

Yekitiya Rewşenbîran a Efrînê bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî a 21’emîn daxuyaniyek da.

Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya bi dehan şêniyên kampê hat xwendin.

Di daxuyaniyê de komploya civaka navdewletî li ser Rêber Ocalan û peyamên wan hat şermezar kirin.

Rewşenbîran diyar kirin ku armanca vê komployê hedefgirtina hemî gelên aştîxwaz û azadîxwaz e.

Di dawiyê de bang li tevahî gelên azad û rewşenbîr û akadîmisyen hat kirin ku li dijî vê komployê û komployên din ên li dijî aştiya cîhanî û azadiya gelan bi rêxistin dibin, serî hildin.

Daxuyanî bi sloganên daxwaza azadkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

Back to top button