Artêşa Tirk: 101 leşkerên Rêjîmê di nava kuştî û birîndaran de ne

Dewleta Tirk ragihand ku wan êrîşî nuqteyên rêjîma Sûrî kirin, di encamê de derdora 100 leşkerên rêjîmê hatin kuştin.

Wazareta Parastina Tirkiyê ragihand ku artêşa wan 115 nuqteyên rêjîma Sûrî li Idlibê kirin armanc.

Di ecnamê de 101 leşkerên rêjîmê di nava kuştî û birîndaran de ne, her wiha 3 tank û balafirek hatin teqandin.

Wezeratê got ku ev êrîşa wan di çarçoveya bersiva li ser êrîşa rêjîmê tê, ku tê de leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Her wiha Berdevkê serokomariya Tirkiyê, İbrahim Kalın, di rûniştina bi şendaya Rûsî li Enqerayê daxwaz ji Rûsiyê kiribû ku êrîşên rêjîma Sûrî li ser nuqteyên wan li Sûriyê yekser rawestin.

İbrahim Kalın, teqez kir ku êrîşên rêjîma Sûrî li ser nuqteyên wan wê bê bersiv nemînin.

îro, ji bo rewşa Idlibê, aliyên garantor Rûsya û dewleta Tirk dîsan li Enqerayê hevdîtin pêk anîbûn.

Lê Hemwextî civînê, Wezareta Parastinê ya Tirkiyê idîa kir ku di êrîşeke rejîma Sûrî li ser nuqteyeke wan a li Teftenaza Idlibê, 5 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û 5 jî birîndar bûne.

Back to top button