Li Iraqê Xwepêşandêr li kolanan in, 30 kes hatin kuştin û 200 birîndar bûn

Xwepêşandanên li dijî hikumetê yên Iraqê careke din destpêkirin û ji danê sibê ve gelek rêyên giştî hatin girtin. Hêzên ewlehiyê jî mudaxeleyê xwepêşandêran kirin.

Piştî ku lîderê Tevgera Sadr piştgiriya xwe ji xwepêşandêran vekişand, vê carê jî alîgirên wî ji bo belavkirina xwepêşandanan êriş birin ser çalakgeran.

Di encama êrişan de nêzî 30 xwepêşandêr hatin kuştin û zêdeyî 200 jî birîndar bûn.

Li alîkî din, îro li Nasriye bi sedan kes daketin qadan û li ser rêyên giştî agir pêxistin.

Di xwepêşandanên li pêşberî Zanîngeha el-Eyn li navenda Nasiryê de, xwepêşanderekî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû

Li qada Tehrîr ya paytext Iraq Bexdayê jî bi hezaran xwendekar meşiyan.

Li Kerbela, Babîl, Necef û Zîqar jî xwepêşandêr daketin qadan.

Xwepêşandêrên ku alên Iraqê hildan, li dijî Mûhammed Tevfîk Allawî ku ji bo avakirina hikumetê hatiye erkdarkirin û Sadr bi hêrs bûn.

Back to top button