Di êrîşa DAIŞ’ê ya li Eyaleta Borno, herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest da

Li Nîjeryayê, DAIŞ’ê êrîşek pêk anî, herî kêm 30 kes jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên girêdayî DAIŞ’ê, li ser gundekî eyaleta Borno ya li Njeryayê êrîşek pêk anî.

Li gorî daxuyaniya hikûmeta xwecihî hat ragihandin ku di êrîşa DAIŞ’ê de herî kêm 30 kesan jiyana xwe ji dest da.

Hikûmeta xwecihî destnîşan kir ku çeteyan bi çekan êrîş pêk anî û 18 wesayît şewitandin, her wiha gelek jin û zarok jî revandin.

Li gorî artêşa Nîjeryayê, çeteyan di êrîşê de 30 kamyon şewitandine û gelek ajokar û alîkarên wan di xew de bi saxî hatin şewitandin.

Hêjayî gotinê ye ku di şerê navbera Boko Haram û artêşa Nîjeryayê de ya ji sala 2009’an û vir ve, 35 hezar kes mirine, nêzî 2 milyon jî ji warên xwe koçber bûne.

Back to top button