Artêşa Iraqê: Grûpeke çekdar, karwanekî leşkerî li Başurê Bexdayê kir armanc

Artêşa Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku grûpeke çekdar bi bombeyekê êrîşî karwanekî leşkerî kir.

Li gorî çapemeniya erebî, karwanê leşkerî xwarin û amûrên leşkerî vedughestin baregehekê ku hêzên Amerîkî lê dimînin û diyar kir ku di encama êrîşê de ziyan gihîşt erebeyekê û ti zerarên canî çêne bûn.

Hizbullaha Iraqî di çilrojiya kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mihdî El-Muhendis de, careke din gef li hêzên Amerîkî yên li Iraqê xwaribû.

Back to top button