Jimara qurbanên Corona hezar derbas kir

Jimara qurbanên virusa Corona her kêlî bilind dibe û gihîşt hezar û 16 kesî.

Desthilata Çînê ragihand ku li welêt hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da gihîşt hezar û 16 kesî û yên pê ketine 42 hezar û 600 de.

Komîteya tenduristiyê ya Çînê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta şeva 10 Sibatê komîteyê ji 31 herêman belgeyên kesê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye û yên pê ketine bidest xist.

Di belgeyan de diyar bû ku jimara kesên pêketî 42 hezar û 638 kes in , hezar û 16 kes mirine û 3 hezar û 996 kes ji virusê baş bûne.

Buyora Serjimarî ya Çînê diyar kir ku vîrûsa Corona di bilidbûna bihayan de roleke mezin lîst .

Back to top button