Serokatiya operasyonên hevbeş a Iraqê nûçeya vekişandina hêzên Amerîkî ji baregehên xwe yên li Iraqê derewand û teqez kir ku ti dewletên koalîsyonê dxwaziya vekişînê nekirine.
Berdevkê operasyonên hevbeş Tehsîn El-Xefacî diyar kir ku nûçeyên vekişîna Amerîka ji Iraqê û pêşkêşkirina daxwaznameyekê ji aliyê Fransa, Almanya û Austiralyayê ji bo vekişîna ji Iraqê, dûrî rastiyê ne.
Duh şêwirmendê serokê Amerîkayê Gabriyêl Sûma teqez kiribû ku biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê hê nehatiye dayîn.
Gabriyêl Sûma got: ”Heta niha hikûmeta Amerîkayê agahiya vekişîna ji Iraqê piştrast nekiriye, ev yek jî tê wateya ku di dema niha de wê ti vekişîn pêk neyê.”