Lûtkeya Afrîkî wê şandeyekê bo agirbestê bişîne Lîbya

Bi şandina tîmekê ji bo çavdêriya agirbesta li Lîbyayê, duh xebatên Lûtkeya Afrîkî ya 33’an li Addîs Ababayê bi dawî bû.

Di lûtkeyê de, Yekîtiya Afrîkayê diyar kir ku divê ew zextê ji bo pêkanîna biryara qedexekirina çekan bo Lîbyayê jî bikin.

Xebatên Lûtkeya Afrîkî, bi slogana “tifingan bêdeng bikin û rewşên guncaw bo geşedana Afrîkayê peyda bikin” Yekşemê li paytexta Etyopya Addîs Ababa hatibûn destpêkirin û duh di gera xwe ya 33’an de bi dawî bûn.

Lûtkeyê, bal kişand ser rêzgirtina agirbestê û rawestandina destwerdanên derve li Lîbyayê.

Li gorî Nûnerê Aştî û Ewlehiya Afrîkî Smaîl Şerqî,Yekîtiya Afrîkayê wê şandeyekê ji bo nirxandina karê agirbestê bişîne Lîbyayê.

Ev şand wê ji çavdêrên leşkerî yên Afrîkî pêk were.

Berê çûna vê şandeyê, wê nirxandineke hevbeş navbera YA û NY pêk were.

Komîteyeke payebilind a hevpeywendiyan, ji bo pêşketinên dawî dê ava bibe.

Şerqî di konfranseke çapemeniyê de, hişyar kir ku gelek çeteyên li Lîbyayê, gihşîtin beravê Afrîkî û ber bi herêma Gola Çadê ve diçin.

Weke tê zanîn, di demên dawî de dewleta Tirk nêzî 3 hezar çeteyên li Idlibê di ser Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve şandine.

Jixwe li Gola Çadê jî, jimareke mezin a çeteyên Boko Heram û DAIŞê li wir heye.

Ji aliyê xwe ve, Amerîka jî li ser zimanê balyozxaneya xwe ya li Lîbyayê bi twittekê, çareseriya aloziyê bi jihevxistina komên Wîfaqê ve girêda.

Amerîka, ji bo jihevxistina komên çekdar, li pişta desthilatên Lîbî ye.

Ev kom, gefeke tirsnak çêdikin û rê li ber dewleteke xurt û demokratîk digirin.

Nûnerê Aştî û Ewlehiya Afrîkî Smaîl Şerqî teqez kir ku komên çekdar ên li Lîbyayê her gefan dixwin ji ber çekên pir pêşketî bi wan re hene û bi awayên cuda cuda sivîlan dikujin.

Di heman çarçoveyê de, Sekreterê Giştî yê Rêxistina Welatên Ereb a Mafê Mirovan Ebudlmunim el-Hur jî hinek tişt anîn zimên.

Tevî el- Hur neçareserkirina aloziya Lîbyayê bi kêmpisporiyên YA ên teknîkî û birêveberî ve girêdide jî, lê vê carê şandina şandeyekê ji bo agirbestê baş dibîne.

Di daxuyaniya dawî ya Lûtkeya Afrîkî de, her wiha bang li Konseya Ewlekariyê hate kirin ku “eger biryara qedexekirina çekan were binpêkirin, divê cezayên diyarkirî bisepîne”.

Back to top button