Roj bi roj sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde dibin.
Koçberê bi navê Îsmaîl Sehel ê ji Serê Kaniyê, diyar kir ku çeteyên dewleta tirk li gundê Menacîr ê Serêkaniyê 14 kes, ji eşîra Begara tesfiye kirin.
Îsmaîl Sehel ji Eşîra Begera ye, piştî êrîşên dewleta tirk li Bajarê Amûdê dimîne.
Îsmaîl ragihand ku çeteyên Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ’ê piştê derbasî gundê Menacirê bû dest bi kirinên xwe yên hovene kirin.
Kesê nav borî diyar kir ku çavkaniyên pê bawer ji wan re gotine, çeteyên dewleta tirk a dagirker li qada gundê Menecîr ê Serê Kaniyê 14 kes ji Eşîra Begara ku di nava wan de jin û zarok 14 kesên sivîl yesfiye kirin.
Sehel destnîşan kir ku çeteyên Erdogan ji bo talankirin, dizî, koçberkirin û têkbirina ewlehiyê, herêm dagir kirine.
Îsmail Sehel bang li hêzên navdewletî kir ku li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk xwedî helwest bin