Derbarê hevşaredaê sûrê de Îdianame hat amadekirin

Hikumeta AKP’ê li dijî Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr îdîaname amade kir.

Li Amedê jî di serdegirtina malan de polîsên AKP’ê çek kirin serê zarokê 3 salî.

Wezareta Karên Navxweyî, di 21’ê Kanûna 2019’an de qeyûm li Şaredariya Sûrê erkdar kir û piştî wê bi 2 rojan, Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr û Fîlîz Bûlûttekîn hatin girtin.

Der barê Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr de îdianame hat amadekirin.

Tê de, ê xwestin ku ji 17 sal heta 36 salan ceza li Ozdemîr were birîn.

Li Amedê polîsan çek xist serê zarokê 3 salî

Li aliyê din serdegirtina malan ji aliyê polîsên AKP’ê ve dewam e .

Li Semta Gazîler a navçeya Peyasê ya Amedê, polisan serê sibehê bi ser malekê de girtin.

Bêyî ku hincetekî nîşan bidin polîsan li malê lêgerîn kirin û xwendekarê lîseyê yê bi navê Tîrêj Teke ê 27 salî binçav kirin.

Hat ragihandin ku di kêliya lêgerînê de polîsan, çek kiriye serê Teke û biraziyê wî yê 3 salî.

Back to top button