Ciwanên Şengalê bi meşekê Komplo 15’ê Sibatê şermezar kirin

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî bi meşekê Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kirin.

Meş li ber avahiya Yekîtiya Ciwan destpêkir û li ber cihê dewreya perwerdeyê ya Mam Zekî Şengalî bi dawî bû.

Li vir li ser navê ciwanan daxuyaniyek hat dayîn.

Ciwanan komplo bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku komplo li dijî hemû gelên azadîxwaz e.

Ciwanên Êzîdî teqez kirin ku heta ciwan hebin wê dewleta Tirk a dagirker neghêje armanca xwe û ewê heta azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomînin.

Back to top button